Print this page

Ji Charliye Hebdo çend gotin: Îro li beranber vê hêzê û mirinê tenê gelê Kurd heye.

 

Rojava News: Di dema êrîşa avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê,    nivîskarê kovarê Charliye Hebdo jî tê de jiyana xwe ji dest da.

Charliye Hebdo berî demekê nivîsek li ser malpera xwe belavkiribû ku tê de dibêje;

 

“Ez ne Kurdim, yek gotineke Kurdî jî nizanim, ni karim navê  yek  nivîskarê kî  Kurdan jî bêjim. Çanda Kurda ji mi re xerîbe,  ha car car xwerina Kurda mi xweriye,  lê em vana derbasbikin.

 

Îro ez Kurdim, ramanêmin bi Kurdî ne,  bi Kurdî di axifim, bi Kurdî di lorînim, bi Kurdî rondika dibarînim.

 

Kurd ne tenê Kurdin li beranber hêzên tarî şerê mirovatî didin,bergiriya  jiyanê xwe, malbat û welatê xwe dikin. Li beranber vahşeta DAİŞê  sembola mirovatî berxwedanê ne. Tenê ne li beranber DAİŞê li beranber hemû tundrewî û fenatîkan jî  bergiriya hemû mirovatî  dikin.

 

Koalisyona ku li himber serjêkera(DAİŞ)  hatiya avakirin, em Karin çiqas pê bawer bin?  Gelek endamê vê Hevpeymaniyê  berjiwendiyê xwe  ye aborî  û polîtik di parêzin.  Îro li beranber vê hêzê û mirinê tenê gelê Kurd heye.