3:10:52 PM
RojavaNews: Polîsên Elmanyayê tekez kirin ku, ti pêwendiya êrîşkarê Myonxê bi DAIŞê re nîne, Hejmara qurbaniyan jî gihişte 9 kesan.
Duh Înê (22ê Tîrmehê) çekdarekî êrîşî navendeke bazirganiyê li bajarê Myonxê (başûrê Elmanyayê) kir.
Li gor daxuyaniya polîsan, kesê êrîşker 18 salî ye û bi regez Îranî ye lê jidayikbûyî Myonxê ye.
Di êrîşê de 9 kesan jiyana xwe jidest daye û 27 jî birîndar in, rewşa 3 ji wan xirab e, li gor daxuyaniya polîsan.