Print this page

Li Çînê lehî rabû bi sedan kes mirin!

12:57:06

 

Rojava News: Wezareta Karên sivîl ê Çînê ragihand ku di karesata lehiyê de 161 kesî jiyana xwe ji dest da û 123 kes jî windayî ne.

Duhî li herêma Hebei ya Çînê lehiyeke mezin pek hat û hat ragihandin ku ew lehî di pey lehiya sala 1998an ve ya herî mezin bû. Lehiya ku ji barana dijwar pêk hat paytextê Çînê Pekîn jî di nav herî kêm 14 milyon kesî zirar jê dît.

Ji berdema lehiyê 500 hezar kes hatin tahliyekirin. Li gorî amarên fermî bandora lehiyê ya li ser ekonomiye gihîşte 11 milyar lîra (25 milyar yuan). Legerîna kesên windayî bê navber didome.