12:40:14
Rojava News: Li Tirkiyeyê piştî ragihanina rewşa awarte zêdetirî sed sazî û dezgehên ragihandinê hatin daxistin.
Piştî rewşa awarte ya ku piştî hewla derbeya leşkerî hatibû ragihandin de, 3 Ajansa Nûçeyan, 16 Televîzyon, 23 Radyo, 45 Rojname, 15 Kovar û 29 Weşanxane hatin girtin.
Navên wa evin; Ajansa Cîhan, Ajansa Muhabîr û ajansa SEM hatin daxistin.
Ji wan televîzyonên ku hatine girtin, televîzyona bi navê “Dûnya TV” ya bi zimanê Kurdî weşana xwe dikir. Herweha Bariş Tv, Can Erzîncan, Hîra Tv, İrmak Tv, Kenal 124, Kanaltürk, MC Tv, Mehtap Tv, Yumurcak tv jî di navde 16 televizyon hatin girtin.
45 rojname jî hatin girtin hinek ji wan evin; Mîllet, Meydan, ^Özgûr Dûsûnce, Taraf, Zaman û Yenî hayat jî hatin girtin.
Sazî û dezgehên hatine girtin wekî nêzikê Tevgera Xizmetê ku rêbertiya wê Fetullah Gulen dike, tê nasîn.