Print this page

Li Londonê êrişa bi kêrê: 1 kuştî 5 birîndar!

11:24:26

 

Rojava News: Li navenda paytextê Brîtanyayê li Londonê kesekî bi kêrê êrîşî derdorê kir, di encamê de welatiyek hat kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên berdest, li meydana Rûssell a li Londonê duhî bi şev saet di 22.30an kesekî bi kêrê êrişî derdora xwe kir. Jinek di vê êrişê de bi giranî birîndar bû û paşî jiyana xwe ji dest da û her wiha di êrişê de 5 kes jî ji ber derbên kêrê birîndar bûn.

Herwiha polîsa Londonê diyar kirin, eger e êrîşker nexweşiya derûnî pê re hebe, lê ne dûr e ku karekî terorî be.