11:28:13
Rojava News: Li Amerîkayê cara yekem e ku endamekî emniyetê bi terorê hat sûcdar kirin. Nîcholas Young ê 36 salî yê kul i Washingtonê li metroyê peywirdar bû, ji ber piştgiriya madî ya ji bo DAIŞê hat girtin.
Berdevkê FBIyê Andrew Ames diyar kir ku Young polîsê yekem e ku wê li gorî qanûnên terorî were darizandin û hat gotin ku Young ê ku ev 13 sal in polîs e, di dema Qeddafî de li Lîbyayê dima.
Hat ragihandin ku Young di sala 2012a de di êrîşa xwekujiyê ya li paytexta Amerîkayê de alîkariya kiryarê êrîşê kiriye. Li gel vê yekê parêzerê Young Joshua Stueve parast ku miwekîlê wî ji bo sîstema metroyê ne talûke ye.