11:26:41
Rojava News: Alîkara Wezîrê Derve ya ofîsa penaber û koçberiyê yê Amerîkayê Anne Richard, ragehand ku welatê 8 hezar penaberên Sûrî qeûlkirin.
Derbarê vê yekê Alîkara Wezîrê Derve ya ofîsa penaber û koçberiyê Anne Richard,da zanîn ku dê lêpirsîn derbarê hin penaberên din jî were kirin daku penaberiya wan jî were qebûlkirin.
Anne Richard, aşkere kir biryare berî bidawî bûna sala darayî di 30ê Îlûna bê de pêwîste ew hejmar bighe 10 hezar penaberî.
Tê zanîn ku biryara Serokê Amerîkayê Barak Obama bi pêşwazîkirina 10 hezar penaberên Sûrî bûbû cihê nerazîbûna alîgirên partiya Cemawerî di Kongirêsa wî welatî de.
Ji dest pêka kirîza Sûriyê heta niha bi milyonan welatiyên wê penaberî Ewropa û derdora wê bûn e.