11:00:20
Rojava News: Rûsya daxwaz kir ku Civînên li Cenevê yê di navbera Rejima Sûriyê û dijbereyê de ne girêdayî ragihandina agirbesta li Helebê be.
Nûnerê YN yê taybet bi Sûriyê Steffaan De Mistura ragihandibû, ku YN dixweze bi dawiya vê mehê re dest bi danûstandinên Cenêvê bike, lê Nûnerê Rûsya di NY de Vîtalî Çurkîn got: “Divê gera bê ya danûstandinên Cenêvê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de ne girêdayî ragihandina agirbesta li Helebê, raweste.”
Çurkîn ji rojnamevanan re gahihand jî, çendî asta tundûtûjiyê li Helebê nemîne, dê baş be bo gera din ya danûstandinan.
Ji mehekê ve, rêjîma Sûriyê çekdarên opozîsyonê li Helebê dorpêç kiribûn, lê çekdarên opozîsyonê ji berî 5 rajan karîn dorpêçê bişkînin û riya îmdadê li ser hêzên rêjîmê li rojavayê Helebê kontrol kirin.
Herwiha Çurkîn amaje bi wê yekê kir ku, divê destpêkirina danûstandinan bê mercên bêşde be û got jî: “Opozîsyona Sûriyê tê danûstandinan, tiştekî nadibêjin ji bilî, divê Esed di desthilatê de nemîne.”
Gera dawî di Nîsana borî de piştî şanda opozîsyonê ji danûstandinan vekişiya bidawî bû.