12:51:59
Rojava News: Kompanîya Google nexşeyê Filîstînê ji ser nexşeyê xwe yê online rakir, wê yekê jî nerazîbûneka berfireh di dûv xwe da anî.
Li gorî nexşeya Google, hemû xelkê Filîstînê di çarçeveyê dewleta Îsraîlê da kom kirine û çi amar bo navê Filîstînê nîne.
Ew pêngava Google nerazîbûneka tund û berfere di nav xwe ya Filîstînê da û li ser astê navdewletî li dûv xwe anîye, bi hewleka şikestî tê navkirin ku armanca wê guhrîna dîrok û cografyaya wî welatî ye.
Herweha sed û pêncî hezar îmza weku sikalayeka onlayn bi navê (Google Filîstînê bixe ser nexşeyê) hatine kom kirin, bo wê yekê careka din navê Filîstînê bikeve ser nexşeyê onlaynê Googlê.