01:34:39
Rojava News: Fethullah Gulen di nivîsa xwe ya rojnameya Le Mondeyê de ragihand ku bila ji dehan yekê îdîayan îspat bikin, ez sond dixum ez ê herim Tirkiyeyê.
Fethullah Gulen di nivîsa xwe ya rojnameya Le Mondeyê de ragihand ku divê hewldana derbeya leşkerî ji terefê komîsyoneke navneteweyî were lêkolînkirin. Îdîayên ku derheqê min de têne gotin bila ji dehan yekê îspat bikin, ez son dixum ez ê herim Tirkiyeyê.
Gulen di berdewamiya nivîsa xwe ya rojnameya Le Mondeyê de bûyerên piştî 15ê Tîrmehê yên li Tirkiyeyê û ji kar dûrxistina karmendên saziyên gelemperî wekî ‘nêçîra pîrevoka bi nav kir û got: "Heke di nava hewldana derbeya leşkerî de hinek endamên ‘Xizmetê' hebin ev nayê wê wateyê ku hemû dildarên tevgerê werin sûcdarkirin."