Print this page

Jina ku Fransa lê digere li Tirkiyê bûye

Rojava news: Jêderekê ewlekariyê yê Tirkiyê ragihandiye ku, jina hevserê wî çekdarî ku li Parîsê berya 2 şevan êrişî firoşgeheke cuhiyan kiribû de hatibû kuştin, (Heyat Bomdiyen) roja 2/1/2015 çûye Tirkiyê û ew niha li Sûriyê ye.

Ew jêderê ewlekariyê yê Tirk ku nexwest navê xwe aşkira bike ji ajansa Frans Presê re gotiye: Di 2/1/2015 de (Heyat Bomdiyen) hatiye Tirkiyê û piştî heftiyekê çûye bajarê Riha (Urfa)yê ji wir jî derbasî Sûriyê bûye.

Heman jêderê amaje bi wlê yekê jî kiriye ku Heyat ji Madrîdê hatiye Stenbolê û ketiya axa Tirkiyê.

 

Pêştir jêderekê ewlekariyê a Fransî ragihand ku Heyat temen 26 salî ji destpêka vê mehê de li Tirkiyê ye bi bê ku roja çûna wê bo Tirkiyê diyar bike.

Piştî 3 rojên xwînî li Fransa, navê Heyat Bomdîyen derketiye ku niha bûye armanca hêzên ewlekariyê yê wî welatî û li dûv girtina wê ne.

Li gor belgeyên dadgeha Fransayê di sala 2010`an de Heyat Bomdîyen û mêrê xwe Amdî Kolîbalî û li gel Şerîf Kiwaşî (Çekdarê ku li gel birayê xwe Seîd êrişî rojnameya Charli Hebdo kiribûn) serdana kesê tundrew (Cemal Bigal) yê ku di encama kiryarekî terorîstî de sizayê 10 sal zîndanî xweriye, kirine.