Print this page

Hejmara koçberên bo Yûnanê bilind bû!

12:03:02 

 

Rojava News: Desthilatên Yûnanê diyar kirin ku hejmara koçberên ji Tirkiya gihan giravên derayaya Egeyê  roja înê gelek bilinbuye.

Herweha diyar kirin ku ji sersibeha pêncşemê  ta roja înê 261 koçberên nû gihane wan giravan.

Lê tevlî vê yekê ev hejmara ku gihane giravên Yunanê ji ya bere bi dehan cara kêmtire.

Ji hela xwe ve berpirseke hêzên berevaniya beravên Yûnanê ji ajansa nûçeyan ya Almanî re diyar kir: “em guman dikin ku sedema vê zêdebûnê bi rewşa Keş û Hewaye ve giredayî ye.”