01:39:24
Rojava News: Serokwezîr Binali Yıldırım destnîşan kir ku di proseya derbasbûnê de Sûriyê de dibe ku Beşar Esad weke muxatab bê qebûlkirin.
Yıldırım îro, li Stenbolê bi nûnerên medyayên navdewletî re civînekî çapemeniyê li dar xist û li ser rewşa Sûriyê daxuyaniyên balkêş dan.
Yıldırım: Dibe proseya çareserkirina Sûriyê û proseya derbasbûnê de dibe ku Esad weke mutaxab bê qebûlkirin, lê di siberoja Sûriyê de ciyê wî nîne.”
Yıldırım di derbarê îadeya Gülen de diyar kir ku Tirkiye ji DYA’yê dixwaze ku îadekirina Gülen bileztir bike.
Bername li bexçeyê Qesra Vahdettin pêk hat û alîkarê Serokwezîrî Mehmet Şimşek jî amade bû.
21 nûnerên rojname, televizyon û ajansên welatên weke DYA, Brîtanya, Almanya, Fransa, Çîn, Japonya û Qeterê beşdarî civînê bûn.
Herwekî tê zanîn ev 4 roj in balafirên Rejima Sûriyê li Hesekê baregehên YPG’ê bêrdûman dike. Li gorî îdîayan Tirkiye û Hikûmeta Sûriyê li hev kiriye û loma Esad kurdan dixe.