Print this page

Keştiya balafirên şer Amiral Kuznetsov Keştiya herê mezin a Rûsyayê dê biçe Sûriyayê!

Rojava News: Keştiya balafira şer a Rûsyayê Amiral Kuznetsov di çerçoveya têkoşîna li dijî rêxistina terorîst DAIŞê di demek nêz de bişînên Sûriyayê.

Rayedarek Wezareta Parastina Rûsyayê ji ajasa Sputnikê re daxuyand ku keştiya şer di dawiya meha îlonê ji bo operasyonên dem dirêj dê amade be.

Rayedarê destnîşan kir ku keştî Amiral Kuznetsov li tersana 35mîn ji tedîlatê derbas dibe û ji aliye teknîkî ve jî hate nûkirin. Tê payîn dê xebat di meha îlonê de biqede û piştre jî dê sewqî Sûriyayê bê kirin.

Ji aliye din ve çavkaniyê diyar kir ku keştiya Amiral Kuznetsovê beriya ku biçe Suriyayê dê beşdarî tetbîqata ku li Behra Barentê bê lidarxistin bibe.

Amiral Kuznetsov, keştiya tene hêzên behrevaniya Rûsyayê ye, gelek balafirên şer û helikopter di carekê de bê barkirin. Herwiha Amiral Kuznetsov keştiya şer ên herî mezin a Rûsyayê ye.