12:58:15
Rojava News: Di erdheja duhî ya Îtalyayê de ku bi pîleya 6.2 pêk hatibû hejmara keseên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşte 247an.
Di erdheja duhî ya bajarê Rieti ya Îtalyayê de ku bi pîleya 6.2 pêk hatibû û li gelek herêman şideta erdhejê hatibû ferqkiirn hejmara keseên ku jiyana xwe ji dest dan gihîşte 247an. Ji duhî ve li herêmên ku erdhej pêk hatibû xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bê navber didomin.
Di erdhejê de ji bo ku avahiyên hilweşiyayî rê û ber girtine gihandina hinek herêman dike asteng.
Li gorî amareyên fermî piştî erdheja mezin ku pîleya 6.2 pêk hat 22 heb erdhejên biçuk din jî çebûn 3u ji wan a herî mezin bi şîdeta 4.6ê bû.