Rojava News: Serokên 50 dewletan û bi hezaran mirov ji bo ku êrîşa terorê ya li Parisê şermezar bikin, meşiyan.
Îro serokên qasî 50 dewletan û serokên hikûmetan bi hezaran kes di saet 15.25an de li Parîsa paytexta Fransayê li hev civiyan ku êrîşa terorê ya ku 17 kes miribûn şermezar bikin. Komê bi navê "Meşa Komarê" meşek dan destpêkirin.
Beriya meşê serokên dewletan mil be mil meşiyan, li Qesra Elyseeyê bi Serokomarê Fransayê Françoîs Hollande ve hatin bal hev. Serokan sersaxî dan Hollande û daxuyandin ku ew ê têkoşîna li hember terorê piştgiriyê bidin Fransayê.

Serokên ku hatin li Parîsê pişt re bi otobêsan ve çûn Qada Republîqueyê ya ku meşê çêbibe. Ji bo ewlekariyê 5 hezaran zêdetir polês û leşker wezîfedar bûn. Ji hewayê jî firoke firiyan.
Ji her çar aliyê cihanê rojnamevanan mêş şopand û bi zindî pêşkeşî temaşavanên xwe kirin.
Bi hezaran mirovên ji her çar aliyê cihanê jî beşdarî meşê bûn. Îro wesayît bê pere çûn û hatin.

Seroka Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Îngiltereyê Davîd Cameron, Serokwezîrê Îtalyayê Matteo Renzî, Serokwezîrê Îspanyayê Marîano Rajoy, Serokê Komîsyona YEyê Jean Claude Juncker, Serokê Ukraynayê Petro Poroşenko, Serokwezîrê Hollandayê Mark Rutte, Serokwezîrê Belçîkayê Charles Mîchel, Serokê Konseya Ewropeyê Donald Tusk, Serokwezîrê Danîmarkayê Helle Thornîng-Schmîdt, Serokwezîrê Tirkî Ahmet Davutoglu û Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borîsov beşdarî meşê bûn.

Ji Efrîqayê jî Serokomarê Maliyê Boubacar Keîta û Serokomarê Nîjerê Mahamadou Issoufou beşdarî meşê bûn. Dîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahu û Serokê Filîstînê Mehmud Ebbas jî li Parîsê di meşê de meşiyan.
Ji hêla din ji bilî meşa Parîsê li gelek welatan jî di heman demê de Meşên Komarê hatin lidarxistin.
