10:17:52
Rojava News: Hevdîtina 12 saetan a ku di navbera herdû wezîrê derve yên Amerîka û Rûsyayê bi dawî bû. Piştî wê Lavrovî ragihand ku wan û Amerîkayê li ser hinek aliyên xebata birêveberiya Şamê û dijberiyê li hev kir.
Lavrovî teqez kir ku kêşeyên ku pêdiviya wan bi berçavkirinê heye, gelekî kêm bûne û wiha dewam kir: "Me li hev kir ku bi aliyên din re li ser aliyên berbiçav bixebitin.
Wezîrê rûs hêvî kir ku gelê Sûriyeyê di demeke nêzîk de dê sûdê ji wê baweriyê bigire ya ku di navbera Amerîka û Rûsyayê re xurt bûye û got Heleb jî di nav de, wan li hev kiriye ku alîkariyê bibin hemû deverên Sûriyeyê.
Herwiha Lavrovî teqez kir ku agirbesteke domdar dê nepêkan be heta ku terorîst û dijber ji hev neyên cudakirin û got ku ev kêşe li ba herdû aliyan jî êdî zelaltir bûye.
Ji aliyekî din ve, Lavrovî teqez kir ku wan lîsteya rêxistinên di bin sîwana Nusrayê de jî da Amerîkayê û wiha pê de çû: "Hêvîdar im hevalên me yên amerîkî li wan agahiyan binerin û sûdê jê bigirin".
Wezîrê rûs li ser operasyona Tirkiyeyê ya Cerablusê jî axivî û diyar kir ku ev operasyon bi birêveberiya Sûriyeyê re nehatiye kordînekirin.
Wezîrê amerîkî teqez kir ku nabe Sûriye dabeş bibe. Kerry got ku ew piştgiriyênadin pêkhateiyeke kurdî li Sûriyeyê û wiha dewam kir: "Xebata wan bi hinek hêzên kurd re gelekî hindik bû".
Herwiha Kerry diyar kirku danûstendinên wan bi kurdan re bi hevkariya Tirkiyeyê hat birêvebirin û wiha dewam kir: "Em hesasiyeta dostên xwe yên tirk fêm dikin. Alîkarê Serokî(yê Amerîkayê) Joe Biden li Tirkiyeyê bû û behsa vê mijarê bi berfirehî hat kirin."
Herwiha Lavrovî got ku wan û Amerîkayê li hev kir ku pêdivî pê heye ku dengê kurdan jî di hevdîtinên aştiyê de bên temsîlkirin.