10:22:35
Rojava News: Piştî mana 9 salan di posta xwe de, Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Ban Ki-Moon bi dawiya îsal re posta wî temam dibe û kesekî din wek sekreterê giştî hê hilbijartin.
Bo girtina şûna Ban ki-Moon 10 berbijêr ji 10 welatên cuda bo wê postê xwe kirine berbijêr, ku 5 ji nava wan jin in.
Netewên Yekgirtî daxwaz ji welatên biçûk yên endam di NY kir ku, berbijêrên xwe bo posta sekreterê giştî destnîşan bikin.
Kandîd jî ev in:
Helen Clark: Serokwezîra berê ya Newzîlanda, wek bihêztirîn berbijêr tê hejmartin.
Irina Bokova: Siyasetmedar ji Bulgarya.
António Manuel de Oliveira Guterres: Serokwezîrê berê yê Portugal.
Susana Malcorra: Wezîra Derve ya Argentîna.
Danilo Turk: Serokê berê yê Slovenyayê û Şêwirmendê berê yê Sekreterê Giştî yê NY bû.
Sirgian Kerîm: Wezîrê Derve û balyozê Kombodyayê di NY de.
Natalia Gherman: Dîplomatkara Moldova.
Cristina Veguera: Kosta Rica.
Mimiroslav lajcak: Nûnerê Bosna û Hirsekê û Wezîrê Derve yê Bosnayê.
Vok Jermuk: Wezîrê Derve yê berê yê Sirbiyayê.
Piraniya berbijêr yên welatên Ewropa rojhilat in, ji ber ku welatên bihêz û hemû endamên Netewên Yekgirtî dixwazin ku sekreterê giştî ji rojhilatê Ewropayê bin.
Biryar e îro 29 Tebaxê NY bi dengdana veşartî yekî ji nava wan dehan hilbijêrin û bi destpêka sala bê re cihê Ban Ki-Moon bigire.
Ban Ki-Moon yê 72 salî di 13 Hizêrana 1944an li Koryaya Başûr jidayik bûye û 8emîn sekreterê giştî yê NY ye, ku di sala 2004 heta 2006an Wezîrê Derve yê wî welatî bû.
Di sala 2007an de wek Sekreterê Giştî yê NY hate hilbijartin.