Print this page

Amerîka: şerê Tirkiyê û YPG nayê qebulkirin!

12:52:09

 

Rojava News: Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook ragehand ku, rûbirûbûna Artêşa Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li navçeyên derdora Cerablusê cihê nerazîbûnê û dilgiraniya berpirsên wî welatî ne.

Derbarê helwesta Amerîkayê ji şerê di navera Artêşa Tirkiyê YPGê de Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (Pentagon) Peter Cook di kongireyeke rojnamevanî de ragehand ku, ew rûberûbûna Artêşa Tirkiyê û YPG li derdûra bajarê Cerablusê nayê qebûlkirin û cihê dilgiraniya rayedarên Amerîkayê ye.

Cook da zanîn ku, pêwîst e Hemû aliyên pêwendîdar bi wî şerî bi zûtirîn dem bighene rewşeke asayî. Cook tekez kir ku dibe ku, ew şere û milmilane bibe sedema ku, DAIŞê careke xwe bihêz bike û ew navçeyên ji destdane vegerîne.