Rojava News: Li başûrê bajarê Aden ê Yemenê di êrişê xwekujî ya li hemberî baregeha leşkerî de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.
Daxuyaniya teqînê ji terefê Bîjîşkên Sînornenas ve hat kirin. Êrişa xwekujî li bajarê Adena Yemenê li baregeheke leşkerî ku wekî cihekî stratejîk tê zanîn pêk hat.
Bîjîşkên Sînornenas di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa xwekujî de herî kêm 45 kes hatin kuştin û zêdetirî 60 kesî jî birîndar bûn.