Print this page

Polîsê Îtalya 6500 penaber ji xeniqandinê rizgar kirine

12:16:08

 

Rojava News: Polîsê hewargeheştinê yê Îtalyayê ragehand, nêzîk 6500 penaber li avên nêzîk Lîbyayê rizgar kirine. Di wê operasyonê de 40 polîs û heman demê de 20 kîlometreya bajarê Sibrate ya Lîbyayê beşdarî kirine.

Li gor zanyariyên BBC ku îro 30.08.2016ê belav kirine, penaber di çend qayîkan de bûn ku hemû jî metirsiya vergeryana wan hebûne.

Ji ber rewşa bê îstiqrar ya Lîbyayê bazirgan û qaçaxçiyan ew welate kiriye navenda qaçaxçîtiya mirovan.

Li gor rêxistina navnetewî ya penaberan di destpêka îsal de 106 hezar penaber geheştine Îtalyayê, heman demê de 2726 kes jî di wê rêyê de jiyana xwe ji dest dane.

Ew rêxistine dibêje, naha 275 hezar kesên din, li Lîbyayê dixwazin xwe bavêjine Îtalyayê.

Li gor amarên dawiyê di destpêka sala 2016ê heta naha 284 hezar penaber bi rêyên cuda yên Afrîqayê, Asyayê û rojhilata navîn berê xwe li welatên Ewropayê kirin.