Print this page

li Enqereyê dibistan a DAİŞ!

10:26:07

 

Rojava News: Li Enqereyê hefteya borî li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke berfireh hatibû kirin, avahiya 5 qat a rêxistinê ku wekî pirtukxane dihate zanîn, wekî navenda perwerdehiyê bi kar anîne.

Li Enqereyê hefteya borî li hemberî rêxistina terorîst a DAIŞê operasyoneke berfireh hatibû kirin, avahiya 5 qat a rêxistinê ku wekî pirtukxane dihate zanîn, derket holê ku rêxistinê li wir zarokên di navbera 9 û 17 salî de perwerde kirine.

Avahî bi hezar lirayî hatibû kirêkirin û wekî pirtukxaneya rêxistinê dihate zanîn. Li avahiyê 30 zarokên ku ji wan 25 keç û 5 jî kur bi awayê leylî (razayî) diman û perwerdehiya taybet ji endamên rêxistinên werdigirtin.

Li gorî nûçeya Paşa Alyurta rojnameya Milliyetê, avahiya 5 qat ku li ser rêya Ulucanlarê tu îbare an jî nîşaneyên ku pirtukxaneye li ser tunebûn.

Rêxistina terorîst li wê avahiyê perwerdeya taybet dida 30 zarokên ku emrê wan di navbera 9 û 17 salî de bûn. Piştî operasyonê hinek zarokên ku li avahiya rêxistinê diman teslîmî malbatên wan kirin û hinekê mayîn jî ji terefê hêzên ewlehî ve xistin bin çavdêriyê.