23:40:02
Rojava News: Fermandeyekî pilebilind ê Amerîka ragehand ku, tevgera belemeyên Îranî di ava kendavê de yên vê dawiyê beramberî keşteyên Amerîka metirsîdarin û cihê nerzîbûna me ne.
Fermandeyê Pilebilind ê Pentagon Joseph Vital got: “Tevgera belemeyên pasdarên Îranê li bakurê Kendav, beramberî keşteyên Amerîka cihê nerazîbûna me ne, em hêvîdarin hêzên deryayî ên Îranê van kiriyaran rawestînin.”
Ajansa Reuters ragehandibû ku, hêzên derayayî yên Pasdarên Îranê xeletiyên xwe careke din dûbare kirin û ev yek wê encamên xwe yên xirab hebin.
Joseph Vital amaje bi wê yekê kir ku, Îran take welate li Rojhilata Navîn kiryarên xirab û metirsîdar encamp dide.
Ev yek di demekê de tê holê ku, berî çend rojan Amerîka guleyên hoşdarî arasteyî belemeyên Îranî kirin, ev yek jî bi metirsîtirîn rûdawa vê heftiyê li navçeya kendavê hate hejmartin.
Artêşa Amerîka ragehand ku, wan guleyên hoşdarî piştî hin hoşyariyên din wek roniya bo hoşdariyê avêtin lêbelê belemeyên Îranê ew yek ber biçav negirtin.
Ji destpêka rêkeftina Iran û welatên 5+1 nakokiyên Amerîka û Îran li navçeya Kendavê pirbûne, Pentagon jî ragehan ku, belemeyên Îranî heta 193 metrî jî nêzîkî keşteyên Amerîka bûne.