Print this page

Lavrov:Ji bo peymana Sûriyê pêviste DYAyê soza xwe bi cî bênî!

23:54:52

 

Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku hema hema hemû xalên peymana Rûsya û DYayê ya diyarkirina koordîneya çalakiyên li hemberî komên terorîst ên li Sûriyê derketine holê, ji bo pratîkirina peymanê, weke ku DYAyê teahud kiriye divê hêzên muxalif ji komên terorîst veqetîne.

Lavrov got: "Him wezîrê me yê karê derve, him leşkerên me û him jî serwîsên me ên istixbaratê (derbarê koordînekirina çalakiyên li hemberî komên terorîst ên li Sûriyê) ji bo derxistina algorîtmayekê her roj kom dibin. Ev xebat wê di demeke herî kurt de biqedin."

Lavrov diyar kir ku wan derbarê hemû pêkhateyên vê erkê de lihevkirinek çêbûye û wiha berdewam kir: "Lê hevalbendên me yên amerîkî muxalifên ku bi wan re hevkariyê dikin, heke ku ji terorîstan, di serî de jî ji El Nusrayê cuda neke, peymana me ya derbarê koordinasyon û çalakiyên pratîkê ya bi amerîkaniyan re wê nakeve pratîkê."

Lavrov got: "Gelek komên ku amerîkanî wan qebûl dike di rastiyê de pişta xwe didin El Nusrayê. El Nusra jî ji bo ji êrîşan bireve van koman bikar tîne."