Print this page

Emerîka û Rûsya rêkeftinekê li ser Helebê ava dikin!

11:47:19

 

Rojava News: Ajansa Royterzê li ser zimanê çend jêderên diblomasî ragihandiye ku Emerîka û Rûsya nêzîk bûne ji ragihandina rêkeftinekê li bajarê Helebê ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî yên Neteweyên Yekbûyî û sînordarkirina hêza asmanî ya Hikûmeta Sûriyê.

Li gor zanyariyên heman jêderan, rêkeftina nû pevguhartina zaniyariyan derbarê girûpên tîrorîst dinavbera Emerîka û Rûsya de li xwe digre , herweha Hikûmeta Sûriyê dê ewlehiya alîkariyan biparêze bê ku wan alîkariyan pişkinîn bike û hêza asmanî ya Hikûmetê jî wê sînordar bibe bi awayekî ku nikare karên şerî encam bide li hinek deveran.