Print this page

Tirkiyê: Bila Amerîka fişarê li kurdan bike

12:33:56

 

Rojava News: Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê  Numan Kurtulmuş dibêje; divê Dewletên Yekbûyî ên Amerîkayê fişarê li ser hêzên kurd zêde bike ku hêzên kurdan derbasê rojhilatê Firadê bibin.

Kurtulmuş di serdana xwe ya Amerîkayê de bi Reutersê re axivî û got ku Tirkiye ji Amerîkayê dixwaze ku fişarê li hêzên kurd ên Sûriyeyê bike ku hêzên kurd vegerin rojhilatê Firadê, ku Enqere hewl dide nehêle şervanên Amerîka piştgiriya wan bikin ku, bi pêş de biçin.

Herwiha kurtulmuş nakokiyan nav herdû welatan bi bîr anîn û got ku Washington berpirsyar e ku bi hevalbenda xwe Tirkiyeyê re li dijî "hemû tehdîdên terorê yên cuda" bixebite.