Print this page

El Qaîde ya Magrebê gefa êrîşên nû li Fransa

Rojava News: Li hemberî Fransayê, ku di hefteya borî de bi êrîşa bi xwîn a Charlîe Hebdo hejiya, gefên rêxistinên tund ên Îslamî dewam dikin. Rêxistina bi navê El Qaîde ya Magrebê (Aqmî) gef xwar, ku Fransa dikare bibe hedefa êrîşên nû.

Aqmî di peyama xwe ya li malperên înternetê yên Îslamiyên tund de hat weşandin, hat îdîakirin ku Fransa helwesta xwe ya 'Dijminê Îslamê' dewam dike û gef hat xwarin, ku divê polîtîkaya xwe biguherîne.

Di peyama Aqmî de wiha hat gotin: "Fransa îro berdêla êrîşên li hemberî Misilmanan û polîtîkayên dijminatiya Îslamê dide."

Di peyamê de hebûna Fransayê ya li Malî û Komara Afrîka Navîn weke 'dagirker' hat binakvirin û bal hat kişandin ser bombebaranên li Sûriye û Iraqê û hat gotin: "Heta ku leşkerên wê (Fransa) Malî û Komara Afrîka ya Navîn dagir bikin, li Sûriye û Iraqê gelên me bombebaran bikin û 'çapemeniya ehmeq' dest bide rûmeta Pêxemberê me, Fransa wê li rewşa ji vê nebaştir rast were."

Aqmî di peyama xwe ya ji gefan de her wiha ji bo 3 terorîstên 17 kes qetil kirin jî gotina 'Siwariyên Îslamê' bikar anî.