12:21:07
Rojava News: Hat ragihandin ku Bangladeşê duhî bi şev Endamê Lijneya Rêvebirê Navendî yê Partiya Cemaetul Îslamî Mîr Qasim Elî îdam kir.
Dadgeha Sûcên Şerî ya Navneteweyî hikumeta Bangladeşê, ji bo ku di şerê serxwebûna sala 1971ê de tevlî hinek bûyeran bibû şevê din saet li derdora 22.30an Mîr Qasim Elî îdam kir.
Berpirsê Girtîgeha Kashimpurê Serkomser Proshanto Kumar Banîk ragihand ku beriya îdamkirina Mîr Qasim Elî li derdora girtîgehê li herêma Dakkayê bergiriyên Ewlehî hatine girtin.
Dadgeha Bilind a Bangladeşê biryara îdama Mîr Qasim Elî di 30ê Tebaxê de pejirandibû û rêyên hiqûqî yên navxweyî qediya bû. Elî ji bo efûyê serî li Serokatiya dewletê neda. Mîr Qasim Elî ji bo ku tevlî hinek bûyerên serxwebûnê bibû di 2ê Mijdara 2014an de ji 8 sûcan ku revandina kuştina ciwanekî jî di nav de mehkûmî cezayê îdamê bibû.
Her çikas parêzerê Qasim Elî li dijÎ biryarê derket û got ev şahidên derewker in jî Dadgeha Bilind biryara îdamê li Elî birîbûn.