Print this page

Li ser rewşa Sûriyê Amerîka û Rûsya negihştin ti rêkeftinekê

Rojava News: Eger heye ku di dawiya vê mehêde hardu alî li baregehê Neteweyên Yekbûyî gotûbêjên xwe derbarê rewşa Sûriyê û ragehandina agirbestê berdewambikin.

Di çarçoveya kongireya welatên G20 de li welatê Çînê, Serokê Amerîka Barak Obama û Serokê Rûsya Vladimir Putin civiyan, herdu serokan li ser rewşa Sûriyê gotûbêjkirin, lêbelê negihştin ti rêkeftinekê derbarê agirbestê li wî welatî.

Berî niha berpirsekî Wezareta Derve ya Amerîka ragehandibû ku herdu alî negihştin ti rêkeftinekê û xalên cihê nakokiyê ne diyarkirin.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ragehandibû ku, herdu alî negihştin ti rêkeftinekê.

Têpêşbînîkirin ku gotûbêjên Amerîka û Rûsay dê li Amerîka li baregehê Neteweyên Yekbûyî di dawiya vê mehê de berdewam bikin.