Print this page

Dîsa penabera bere xwe dan yûnanîstanê!

12:11:34

 

Rojava News: Hejmareke zêde yê penaberên Sûriyê êdî guh nadin rêgirtinên Yûnanîstanê ku wan deportê Tirkiyê bike û bi rêya Deryaya Ege berê xwe didin giravên Yûnanî.

Di meha Adara îsal de Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser mijara penaberan rêkeftinek morkirin. Li gorî vê rêkeftinê dê Tirkiye wan penaberên ku piştî 20ê Tebaxê çûne Yûnanîstanê şûnde werbigre. YEyê jî dê ji bo her penaberekî ne yasayî ku şûnve vegeriyaye Tirkiyê, nîştecihekî Sûrî bi fermî werbigre. Ji aliyekê din ve dê welatiyên Tirkiyê bikarin bêyî wîze herin welatên YEyê.

Li gorî raporekî rojnameya Wall Street Journal penaberên ji Trikiyê diçine Yûnanîstanê ji vê rêkeftinê agahdar in lê dîsa jî biryara çûnê didin.

Di hema Adarê de rojane 200 koçber ji Tîkriyê ve derbasê Yûnanîstanê dibûn. Ev hejmar di meha Gûlanê de daketiye 50 kesan. Di hefteya derbasbûyî de nêzîkê 460 penaber gihiştine giravên Yûnanîstanê. Li gorî amarên Wezareta Koçberan a Yûnanîstanê jî piştî hewldana darbeya li Tirkiyê  zêdetirê 3 hezar û 300 koçber gihiştine Yûnanîstanê.

Niha jiber girtina rêyên Yûnanîstan û welatên Balkanan, nêzîkê 6 hezar penaber li Yûnanîstanê ne. Wezareta Kobenran jî diyar dike ku eger rêkeftin neba, niha ev hejmar gihiştibû 180 hezar kesan.

Li gorî amarên Neteweyên Yekgirtî (NY) li Yûnanîstanê 49 kampên penaberan hene û hikûmeta vî welatî jî ragihandiye ku ew plan dikin kampên nû jî çêbikin.