12:32:50
Rojava News: Ji destpêka îsal heta niha zêdetirî 3 hezar koçber li Deryaya Navîn xeniqîne.
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberan UNHCR ragihand ku di 8 mehên yekem yên îsal de 3 hezar koçber li Deryaya Navîn xeniqîne.
Di 8 mehên yekem ên sala derbasbûyî de 2 hezar û 500 kes di nav deryayê de xeniqîbûn.
Gelek koçberên ku dizanin melevanyê bikin, bi çavên xwe dibînin çawa heval û dostên wan dixeniqin, lê nikarn wan rizgar bikin.