22:44:34
Rojava News: Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov û hevpîşeyê wî ya amerîkî John Kerry di 8-9ê Îlonê de li Cenevreyê li hevdicivin.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê ve hate dayîn de Lavrov û Kerry bi riya telefonê hevdîtin pêk anîne û ji bo krîza li Sûriyeyê bidawî bikin di 8-9ê Îlonê de li Cenevreyê hevdîtin pêk bînin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku her du wezîr li dijî komên terorîst ya li Sûriyayê hevkariya Rûsya-Amerîkayê pêk bînin û berfireh kirina alîkariya mirovî, krîza li Sûriyayê bê çareserkirin û xebatên xwe ya li ser naveroka peymana ku li hev kirine binirxînin dewam dikin.