Print this page

Welatê Kanada hêjmarek penaber werdigre!

10:48:06

 

Rojava News: Welatê Kanada daxuyand ku ta dawyiya îsal wê hêjmarek penaber werbigrin.

Wezîrê Welatî û Penabertiyê yê Kanadayê John McCallum got, welatî wî dê heta dawiya salê 6 hezar penaberan Sûriyê qebûl bik.

Wezîrê Welatî û Penabertiyê yê Kanadayê John McCallum bi daxuyaniyeke niviskî ragihand ew ê bi teşwîqkirina dezgeh û saziyên sivîl jî li tevahiya welêt dest bi wergirtina penaberên nû bikin.

John McCallum diyar kir ku welatê wî dê dest bi qebûlkirina malbatên Sûrî bikin û her heftê jî hejmara wergirtina wan zêde bikin.

McCallum amaje kir ku pojeya Şarederiya bajarê Chatham a bi navê “Civaka Mêvanperwer” hatiye qebûlkirin û derbarê wê yekê de wiha got:

“Ev şaredarî dê alîkariya penaberên ku wê nû werin Kanadayê bikin, da ku penaberên karibin bi jiyana Kanadayê re li hevdu bikin."

Wezîrê Welatî û Penabertiyê yê Kanadayê destnîşan diyar kir ku wan ji bo girtina 6 hezar penaberên Sûriyeyî dest bi xebatan kirine û got: "Hatina penaberan wê piştî 2 hefteyên vê mehê dest pê bikin û heta dawiya salê wê girtina wan were temam kirin."

Kanadayê ji dawiya sala borî heta meha Adar a îsal zêdetirî 25 hezar penaberên Sûriyeyî qebûl kirin.