Print this page

Li Fransayê êrişa terorî di asta herî bilind deye!

01:57:38

 

Rojava News: Serokwezîrê Fransayê Manuel Valls ragihand ku her roj li welatê wan êrişên terorî tên astengkirin.

Serokwezîrê Fransayê beşdarî televizyona iTele û radyoya Europe 1 ku weşana hevpar pêk anîtin bû. Herwiha Vallsê eşkere kir ku li Fransayê rîska terorî ya herî bilindaye û bi taybetî jî di demen dawî de em vê yekê bizelalî dibînin.

Polês, cendirme û îstîxbarata me her roj êrişên terorî asteng dike, komên ku têkiliya wan bi terorîstan re hene tên girtin. Rîska êrişa terorî di asta herî bilind de ye û di hedefedê em hûmû hene. Di vê hefteyê de du êrişên terorî hate astengkirin.

Serokwezîrê frensî destnîşan kir ku Fransa di bin gefa 15 hezar kesên komên radîkal deye û 700 kes ji Fransayê çûne Sûriya û Iraqê di nav DAIŞê de şer dikin. Valls, eşkere kir ku ji wan 700 kesan 275 kesên wan jin û zarokên ku temenên wan di 18 saliyê dene. Herwiha ji wan 196 terorîst hatine kuştin Manuel Valls da zanîn ku 350 kesên têkiliya wan bi DAIŞê re hene hatine girtin.