Print this page

Kerry: Ji bo Sûriyeya Yekgirtî, agirbest fersenda dawî!

00:51:52

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry got ku dibe ev agirbest fersedena dawî ya parastina Sûriyeya yekgirtî be û diyar kir ku ihitmal heye, ev agirbest bi kêr were.

Kerry teqez kir ku piştî ragihandina agirbesta ku îro saet 19:00 bi saeta Kurdistanê dest pê kir, şer û pevçûn kêm bûne û wiha dewam kir: "Piştî çend saetan ji ragihandina agirbestê li Sûriyeyê, li gorî raportên dawî, pevçûn kêm bûne".

​Herwiha wezîrê amerîkî diyar kir ku kêmasiyên rêkeftinê hene û got: Lê dîsa jî bi gelekî ji wê tundûtûjiya rojane çêtir e."

Ji aliyekî din ve, Kerry bangî dijberan kir ku ji El - Nusrayê veqetin û wiha dewam kir: "Ez careke din bang dikim ku hemû alî li gorî rêkeftina agirbestê tevbigerin ji ber dibe ku ev fersenda dawî ya parastina Sûriyeya yekgirtî be."