00:07:50
Rojava News: Artêşa Tirk ragihand ku Hêzên Taybet ên Amerîkayê piştgirî daye operasyona di navbera Azez û Raiyê de û daxuyand k udi vê operasyonê de 5 terorîstên DAIŞê û 5 endamên Artêşa Sûriyeyê ya Azad (ASA) mirin.
Artêşa Tirk di derbarê roja 24emîn a operayonê Mertalê Firatê de daxuyaniyek da û diyar kir ku 5 terorîstên DAIŞê hatin kuştin û li Tatimusê jî di teqînekê de 5 endamên ASAyê mirin û 6 jî birîndar bûn.
Herwiha di daxuyaniyê hat dest nîşan kirin ku ji aliyê hêzên hevpeymanê de li herêmên Kunaytirah, Tatimus, Cakka û Baragidahê li dijî DAIŞê 4 operasyonên hewayî hatiye lidar xistin û hat gotin "ji bo operasyona li herêma di navbera Azez û Raiyê de Hêzên Taybet ên Amerîkayê jî di çarçoveya hevpeymanê de piştgirî daye."