11:54:24
Rojava News: Piştî ku, Firokeyên Amerîka binkeyeke artêşa Sûriyê li Dêrezorê bombebaran kir û di encamê de li gor Rewangeha Sûriyê 30 leşkerên Sûriyê hatin kuştin, Rûsya Amerîka tometbar dike ku, ew alîkariya DAIŞê dike, Amerîka jî ew wê yekê redike.
Derbarê vê mijarê Balyoza Amerîkayê yê daîmî li Neteweyên Yekbuyî Samantha Power civîna awarete ya Encûmena Asayîşa Navdewletî bi cîhêla û di kongiryeke rojnamevanî de tometên Rûsyayê ji welatê wê re redike û got ku, daxuyaniyên Moskoyê nayên qebûlkirin.
Li gor ajansa “Reuters”, Wezareta Derve ya Rûsyayê banga civîneke bilez li Encûmena Asayişa Navdewletî kiribû, ji bo gotûbêjkirina van lêdanên firokeyên Amerîkayê li Dêrazorê, lê civîn bê encam bi dawî hat.
Piştî ragihandina rêkeftin û agirbestê di navbera Amerîka û rûsyayê de, berpirsên pilebilind yên Rûsî daxwaza belavkirina naveroka rêkeftinê dikin, lê heta niha Amerîka razî nebûye û red dike belgeyên rêkeftinê bêne aşkerekirin.