Print this page

Li giravê Yunan agir bi kampa penaberan ket

10:48:09

 

Rojava News: Hat ragihandin ku li girava Mîdilliyê ya Yûnanîstanê agir bi kampa Moriayê ya penaberan ket.

Hat diyar kirin ku di şewata li kampê de tu kesan ne jiyana xwe ji dest dan ne jî birîndar bûn.

Hat dest nîşan kirin ku polîs lêkonîna îdia ya ku tê de tê gotin ku penaberan şewat derxistiye dike û hat diyar kirin ku nêzîkê 150 zarokên li kampê sewqê beşên din hatin kirin.