Print this page

Hindistan: jinek 20 cara hate kêrdan û yê derdorê tenê temaşe kirin!

21:07:34

 

Rojava News: Li Hindistanê Êrişkere kî li ser rê,  jinek da ber kêran û piştre jî bi keviran sere wê perçekir, yê derdorê jî tene temaşekirin,  

Li peytaxta Hindistanê Delhiyê jinek ji aliye erîşere kî ve li ber çavê sedan kesî hatê kêrdan, kesî jî destkarî buyerê nekir ta ku sere jinê jî bi keviran perçe kir, kesekî ku xwest midaxele bikî ji ber gefa erîşker şunde zîvirî.

Jina mamûste bi navê Karuna temen 22 salî di buyera wehşiyane de jiyana xwe ji dest da.

Birayê Karuna ji ragihandinê re diyarkir ku; xwuşka wî berî niha jî ji aliye wî kesî ve hatiye tacizkirin û piştre jî li polîsan gilî kirine, lê tû tedbir wernegirtine.

Li gorî ku rêvebirê Polîsê deverê Esha Pandey gotiye;  Kesê êrîşkar hemen deme cîranê wê malbatê ye, berê jî malbata Mamuste Karuna gilî lê kiribûn.

Li gor hatiye zanîn li Hindistanê ji berk u hemû kesê derdor  tene temaşekirin û mamuste Karuna ji deste êrişkar xilasnekirine helwesteke tund li ser medya civakî belavbuye.

Di sala 2012 a de xwendevaneke keç  di pase de rastî destdirêjiya zayendî ya grube kê hatibû, piştî wê jî li Hindistanê hinek qanûn hatin hişkkirin, lê mixabin dîsa pêşiya destdirêjî kuştina li ser jin û zaroka nehatiye girtin.