Print this page

Tirkiyê ji bo YPG bang li Neteweyên Yegirtî kir

08:21:59

 

Rojava News: Tirkiye bang li Neteweyên Yekgirtî dike ku, lêpirsînê  derbarê YPGyê de veke.

Derbarê wê bangê Nûnerê Tirkiyeyê yê li Neteweyên Yekgirtî Mehmet Ferden Çarikçi di rûniştina Konseya Mafê Mirovan de axaftinek kir û got: Li Sûriyê deverên ku,YPG desthilatdar e mafê mirovan binpê dike. YPG siyasetmedaran direvîne û demografiya Sûriyê têk dide.

Çarikçî da zanîn ku, ew yeke jî rê li ber perçebûna Sûriyê vedike.

Nûnerê Tirkiyê hişyarî da û ragihand ku, pêwîst e Neteweyên Yekgirtî derbarê kiryarên YPGyê de lêkolînan bike.