Print this page

Lavrov: "Amerîka lêborîn ji Esad xwest"

23:45:11

 

Rojava News: Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Washîngtonê ji bo êrişa Dêra Zorê lêborîn ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad xwest.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Washîngtonê ji bo êrişa Dêra Zorê ku 62 leşkerên Artêşa Sûriyeyê hatibûn kuştin û derdora 100 leşkerî jî birindar bibûn bi navbeynkariya Moskovayê lêborîn ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad xwest.

Sergey Lavrov di hevpeyvîna xwe ya digel televizyona Rossiya1ê de got: "Ew bombebarana balafirên koalîsyona navneteweyî ku bi peşengiya Amerîkayê êriş biribû ser çeperên Artêşa Sûriyeyê û paşî Washîngtonê gotibû bi şaşîtî çêbûye Amerîkayê ji bo êrişê bi navbeynkariya Moskovayê lêborîn ji Serokê Sûriyeyê xwest."

Li gorî daxuyaniya wezîrê rûsî, dema li New Yorkê bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry re civiyaye Kerry gotiye êrişa Dêra Zorê şaşiyeke mezin bû û em bi ser rêya Rûsyayê ji Serokatiya Sûriyeye lêborînê dixwazin