Print this page

Piştî 51 salî: Kolombiya û FARC rêkeftina aştiyê îmze dikin!

09:57:52

 

Rojava News: Hikûmeta Kolombiyayê û Hêzên Çekdar û Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) rêkeftina aştiyê bi hev re îmze dikin.

Hat ragihandin ku, Hikûmeta Kolombiyayê û rêxistina FARCê îro bi beşdariya 15 welatên Amerîka Latînî, Sekreterê NY Ban Ki-Moon, Wezîrên Derve yê Amerîka John Kerry û 26 wezîrên derve yên welatên din, li navenda kongreyan li seyrangeha Kartahîna bi rê ve diçe.

Tê zanîn ku, Serokdewletê Kolombiyayê Juan Manuel Santos dê bi pênûseke ji guleya çekê “Balîgravo” hatiye çêkirin rêkeftinê îmze bike, ku hevoka “Guleyê dîroka me nivîsiye, xwendin jî pêşeroja me ye.” Li ser wê pênûsê hatiye neqişandin.

FARC di sala 1960an de li dijî hikûmeta Kolombiyayê wekî rêxistinek Marksîst Lenînîst ava bûbû û nêzikê 50 sal in şerê çekdariyê dike. Di encamê de heta niha nêzîkî 260 Hezar kes canên xwe ji dest dan û 5 Mîlyon kes jî koçber bûn.

Herwiha piştî operesyona Tirkiyê ji Cerablusê re, FARCê bang li raya giştî ya navnetewî û dezgehên ku dijî DAIŞ têdikoşin kir ku, êrîş û dagirkeriya Tirkiyê ji bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê re bi awayekî tund şermezar bikin.