10:49:45
Rojava News: Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis ragehand ku, çekdarên DAIŞê li dijî operasyona rizgarkirina Mûsilê dixwazin çekên Kîmyayî
Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis ragehand ku, çekdarên DAIŞê li dijî operasyona rizgarkirina Mûsilê dixwazin çekên Kîmyayî bikarbînin.
Di sêşema borî de roketek li nêzîkî navendeke leşkerî li nêzîk navçeya El-qeyare ket, tê gumankirin jî ku, ew roket bi çekên kîmyayî helgir be.
Derbarê vê yekê Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê(Pentagon) Jeff Davis ragehand ku, çekdarên DAIŞê li operasyona rizgarkirina Mûsilê pêdagîriyê li ser bikaranîna çekên Kîmyayî dikin.
Davis da zanîn ku, çekdarên DAIŞê berî niha 24 caran ew çek bikaranîne, aşkere kir ku, ew cihên avêtina wan rokêtan nasdikin. Herwaha got, welatê wî bi armanca xweparastin ji çekên kîmyayî 50 hezar demik ango maske amadekirine, 40 hezar ji wan ji bo Artêşa Iraqê ne.
Tê zanîn ku, Hevpeymaniya Navnetewî di heftiya borî de kargeheke çekên kîmyayî yên DAIŞê kire armanc, di encamê de ew kargeh bi temamî wêranbû.