Print this page

Amerîka dê 400 milyon dolar alîkariyê ji bo sûriyan veqetîne

11:12:45

 

Rojava News: Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku ew ê 400 milyon dolarî veqetîne ji bo alîkariya wan sûriyan bikin ên ku tehde ji ber şerê li wî welatî li wan hatiye.

Rayedara Wezareta Derve ya Amerîkayê Anne Richardê diyar kir ku Amerîkayê par pêşwaziya 12 û 500 penaberên sûrî kiriye ku bi vî awayî ji armanca wan a 10 hezaran derbas bûye.

Herwiha rayedara amerîkî teqez kir ku ew ê 400 milyon dolarên din ji bo alîkariya sûriyan bidin û heta niha wan 5.9 milyar dolar ji bo alîkariya penaberan xerç kirine.