Rojava News: Pêwendiyên Amerîka û Rûsyayê yên derbarê Sûriyê de têk çûne rêketina navbera wan jî neçû serî, lewma dest bi daxuyaniyên tûnd li dijî hev kirine û dibe ku şerê niha demeke dirjêtir berdewam be heta ku bighêjin rêkeftinekê.
Danûstandineke tund li ser rewşa Sûriyê ketiye navbera Amerîka û Rûsyayê, eger tiştek bi navê “rêkeftina agirbestê” di nav herdu aliyan de mabe, ew di her demê de bêhtir li jêr gefê ye. Ev gef di lîdwaneke Wezareta Derve ya Amerîkayê de hate diyarkirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby haydarî da, eger bi zûtirîn dem hewlek ji bo jiyandina agirbestê neyê kirin, êdî hevahengiya Moskow û Washingtonê bê bihayekî ye.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê John Kirby wiha got:
"Niha em di hewla wê yekê de ne ku em pêwendiyên xwe ligel Rûsyayê li Sûriyê bibirrin. Tevî ku heta niha ev gav me avêtiye, lê peyam ji bo Wezîrê Derve yê Rûsyayê ew e, eger di demeke nêzîk de em pêşketinê di rêkeftina agirbestê de nebînin, êdî emê hevahengiya xwe ligel Rûsyayê li Sûriyê radigirin. Ev jî ji bo wê yekê ye bi kirdarî tekez bikin dema dibêjin em piştgiriya agirbestê û berdewamiyê di danûstandinên siyasî de dikin."
Haydariya Amerîkayê ji bo Rûsyayê di demekê de ye, Sûriye bi awayekî giştî û Heleb bi taybetî, li jêre bordûmana giran a firokeyên şer ên Rûsya û hikûmeta Sûriyê ne. Ev bordûman bi awayekê wînî ne, tew nexweşxaneyan jî dikine hedef.
Neteweyên Yekbûyî jî dibêje armanckirina nexweşxaneyan tawana şer e.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon jî wiha got: "Sibeheke din me nûçeya êrîşkirina ser nexweşxaneyên Helebê bihîst. Bila ez gelekî zelal bim, ew ên çekên rûxîner bikar tînin agahdarî karên xwe ne. Ew bi xwe dizanin ku ew tawana şer encam didin."
Rûsya ku ji demekê ve berevaniyê di ber berjewendiyên xwe de li Rojhilata Navîn dike, dixwaze her çawa be jiyanê bide agirbestê.
Endamê Navenda Serbazî ya Hêzên Rûsyayê Kolonel Vîktor Poznîxîr jî ragihand: "Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê û Wezareta Derve bi agahdariya serokê Rûsyaya Federal amade ne li ser rewşa Sûriyê dirêjiyê bidin hevahengiyên xwe ligel Amerîkayê. Di plana me de heye em çavdêran bişînin Cenêvê ji bo rawêjkariyê ligel aliyê Amerîkî ji bo rewşa Helebê û Sûriyê bi awayekî giştî vegere awayekî asayî."
Ji 19ê Îlonê ve, dema agirbesta hevbeş a navbera Amerîka û Rûsyayê hate şikandin, Washington yekem car haydariya tund dide Rûsyayê.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry bi telefonê yekser ji Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergî Lavrov, re got, tirsa Amerîkayê nîne û wiha amade ye ji bo rawestandina hevahengiyê ligel Rûsyayê, lê hewlek ji bo rawestandina şer li Sûriyê, daxwaza Amerîkayê ji hevahengiyan re zêde dike.