Print this page

Rûsya: Ji bo Sûriyayê amadene bi Amerîkayê re hevkariyê bikin!

 

 

Rojava News: Wezîrê Karên Derveyê ya Rûsyayê Sergey Lavrov ji hevpîşeya xwe ya amerîkî John Kerry re got: "Di mijara Sûriyayê de amadene bi Amerîkayê re dîsa dest bi diyalogan bikin."

Wezareta Karên Derveyê ya Rûsyayê daxuyand ku Lavrov bi riya telefonê bi Kerry re axiviye û derbarê hevdîtinên li Sûriyayê dewam bikin û ji bo biryarên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) bên sepandin û sabotajên li hemberî van yekan bên rawestandin divê Amerîka zorî li muxalefetê bike.

Lavrov eşkere kir ku agirbesta li Sûriyayê ku bi Amerîkayê re li hev kiribûn li Helebê ji aliyê gelek komên bi pêşengiya rêxistina El Nusrayê ve gelek car hatiye îxlalkirin.