11:37:35
Rojava News: Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon biryara damezirandina lijneyeke taybet a lêpirisînê da ta ku li êrîşa 19ê Îlonê li ser konvoya alîkariya mirovî ya Sûriyeyê vekole.
Berdevkê Sekreterê Giştî Stephane Dujarric ragihand ku lijne dê li rastiyên derbarê bûyerê de vekole û dê raportekê pêşkêşî sekreterê giştî bike ta ku biryara gavên bi dû de bide.
Herwiha Dujarric diyar kir ku Ban Ki Moon ji hemû aliyên pêwendîdar xwest ku hevkariyeke tekûz bi lijneyê re bikin.