Print this page

Hemwelatiyê Amerîkayê, li hemberî Siûdî bi tawana êrîşa 11ê Îlonê doz vekir!

12:27:25

 

Rojava News: Li Amerîkayê, xanıma bi navê Stephanie Ross DeSimone ku di 11ê Îlonê de hevserê wê jiyana xwe ji dest dabû derheqê Siûdî de doz vekir.

Li Amerîkayê, xanıma bi navê Stephanie Ross DeSimone ku di 11ê Îlonê de hevserê wê jiyana xwe ji dest dabû derheqê Erebîstana Siûdî de li Washîngtonê doz vekir.

DeSimoneya ku hevserê xwe di êrişa Pentagonê de winda kir îdîa kir ku Erebîstana Siûdî piştgiriya aborî daye rêxistina El Qaîdeyê.

Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Amerîkayê de cih girtiye, di belgeyên dozvekirina dadgehê de hat îdîakirin ku heke piştgiriya Erebîstana Siûdî ya rêxistina El Qaîdeyê nebûna plankirin û pêkhatina 11ê Îlonê nedibû.

DeSimone di dozvekirinê de îdîa kir ku Erebîstana Siûdî bi sîxur û saziyên sivîl û civakî piştgirî daye rêxistina El Qaîdeyê.

Serokê CIAyê li hemberî pêşnûmaya 11ê Îlonê derket Pêşnûmaya ku di raya giştî ya Amerîkayê demeke dirêj bû sedema nîqaşên mezin Erebîstana Siûdî aciz kir, lewma kes û malbatên ku xizmên xwe di êrişa 11ê Îlonê de winda kirin bi sedema ku rola Siûdî heye dê bikaribin li dadgehên Amerîkayê dozê vekin. Her çikas Serokê Amerîkayê Barak Obama pêşnûma veto jî kir, lê pêşnûma di Senatoyê de bi dengekî mezin hat qebûlkirin.