Print this page

Hindistan: Bi sedema tehdîtkirina Serokwezîr Kevokek hat girtin!

12:35:41

 

Rojava News: Kevoka ku li parêzgeha Pencapê, nameyeke tehdîdê ji bo Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modiyî bi lingê wê ve bû ji aliyê Pasvanên Sînorê Hindistanê ve hatin hat girtin.

Berî du rojan jî hêzên ewlehiyê, dest danîbû ser du balonên ku heman peyam bi wan ve bû.

Press Trust of India ragihand ku Pasevanên Sînorî li Qereqola Narot Jaimal Singhê ya li parêzgeha Pencapê ya Hindistanê ku li ser sînorê Pakistanê ye, kevokek girtiye ku nameyek bi lingê wê ve ye.

Serokwezîrê Hindistanê Modî, rexne li Pakistanê girtin Di wê nameya bi lingê kevokê ve, bi zimanê fermî ya Pakistanê Urduyî ji Serokwezîrê Hindistanê re wiha hatibû gotin: "Modî, nefikire ku em ew mirovê salên 1971ê ne.  Êdî her zarokê pakistanî amade ye, şer bike."

Piştî vê pasvanan ev kevoka ji aliyê Pakistanê hatibû girt.

Mufetişê Polîsan Ramesuh Kumar ragihand ku lêpirsîn di bûyerê de tê kirin. Herwiha psvanan berî du rojan dest danîbû ser du balonan ku heman nameya tehdîdê bi wan ve bû. Ji aliyê din ve, peywirdarên hindî meha Gulana par dîsa kevokek bi tawana "sîxûra Pakistanê" desteser kiribû.