13:28:45
Rojava News: Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, diyar kir ku peymana wan û DYAyê ya derbarê Sûriyê de, ji ber nêzîkatiya nediyar a Washingtonê ya derbarê komên muxalif ên Sûriyê de hatiye sekinandin.
Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Karê Derve yê Kamboçyayê Park Sokhonn re civînek çapemeniyê lidar xist û got: "Di daxuyanî û çalakiyên derbarê Sûriyê yên pîşesazên me yên DYAyî de ew bêînsîcama tênasîn heye. Min dixwest ku hemû nezalalî ji holê bê rakirin."
Li gorî Lavrov ji ber vê nezelaliya di pozisyona Washingtonê de peymana di 9ê Îlonê de ya derbarê Sûriyê hate sekinandin ku bi DYAyê re hatibû çêkirin.